Mehmet Atli - Gelawêj
wêneyê hunermendî:ê 150 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Gelawêj

Sipiya berfê ne paqije
Ne zelale av qasî dilê te
Ronî dibe mîna rojê
Ne delalin kulîlk qasî rûyê te

Porên te keje, çavên te gelawêj e
Dişewitîne dihelîne, bejna te min dikuje
Ne bese sekinîm li ber deriyê wî dilê te
Ne bese şewitîm peritîm cemidîm ez

Ne bese bêje tu xwedê bêje
Ez nabêjim tu bêje
Stêrka sibê tuyî, tîna rojê tu yî
Germa hevînê, mîna bûharê tu yî
Delala min tu yî, hevala min tu yî
Bê lome be, zalima min tu yî

Kulîlka heft rengî tu yî
Jêhatî pir şengî
Guh bide vî dengê
Ma ne dijminê min î
Nesîbê min tu yî
Qedera min tu yî
Ji xwedê ve eyan e sorxwîna min tu yî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?