Mehmet Atli - Gula Ber Bîna Min
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Gula Ber Bîna Min

Gula ber bîna min î
Eşq û evîna min î
Bi min re carek bikene
Şahiya dilê min î

Te çavreşê xezalê
Gerden zirav delalê
Tu şahiya dilê min
Çiqas şox û şepal î

Rê çûna te yê qazê
Bejn zirav têla sazê
De wer wer te ez kuştim
Bese bike vê nazê

Guliyê sor te fûnda ye
Zendê zer te badaye
Dilê min te şewitand
Agir li ser dadaye

Te çavreşê xezalê
Gerden zirav delalê
Tu şahiya dilê min
Çiqas şox û şepal î

Rê çûna te yê qazê
Bejn zirav têla sazê
De wer wer te ez kuştim
Bese bike vê nazê

Gula ber bîna min î
Eşq û evîna min î
Bi min re carek bikene
Şahiya dilê min î
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?