Mehmet Atli - Jahr
wêneyê hunermendî:ê 112 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Jahr

Te bihar anî te gul anî
Te bax anî bistan anî
Te şekir anî şerbet anî
Lê te bi ser de jar jî danî

Te kêf anî seyran anî
Te dilovanî û şadî anî
Ez tî bûm te av anî
Lê te li ber de xwê jî danî

Ez xapiyam ez xapiyam
Mezin nebûm ez zarok mam
Ax ax ax, ax ez bûm xax
Lê kesî carek nego wax

Te bi destekî da bi destek stend
Ez ji kêfan nebûm sazbend
Tû bizanibî tu bizanibî
Çiroka me negihişt dawî?
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?