Mehmet Atli - Li Geliyekî
wêneyê hunermendî:ê 112 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Li Geliyekî

Ar girtiye qurm
Û li dorê dileyize
Çi kiribû
Çi bû gunehê dara berû?
Bi min re wê jî şer nexwestibû
Bi min re zarokan,
Bi min re kulîlkê
Û wê qîza xama?
Ku, li dû min stûxwar ma
Û bendî?
Rondik herikîbin şer herikand
Û xwîn pijiqand pelê kulîlkê
Ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,
Hij ma li milkê,
Ramûsan li milkê?
Xwezî, lewitîn di kirêtiyê de
Û şer dizî ji me xewnên mîrekî
Li gundekî em
Li herêmekê
Dujmin bûna jî malê me pev dima
Neyariya me nedigiha qewmekî
Kengî bûya lev dihatin
Em eydekê,
Erefatekê?
Bi ya helbestê min kir
Û min guh da bilûra şivên:
Hij min aland li destmalek vên
Ramûsan min veşartin li geliyekî
Helbest : Arjen ARÎ
Muzîk : Mehmet ATLI
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?