Mehmet Atli - Mihemmedo
wêneyê hunermendî:ê 220 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Mihemmedo

Kirasek berf im vê zivistanê
kûr-kûr dibarim li Dara Hênê
ewro vebe l?me, ezmano vebe
egîdek birîndar e li vê da hanê!
Mihemmedo?
vê da hanê pêsîra Pasûrê
qeşa girtiye, ba lê dizûrê
şivano! bişdîne têla tembûrê
Mihmedo bêje li wê da hanê
Mihemmedo?
vê da hanê dûr e ji wê de
vê de Gebar e ji min û Xwedê de?
Herakol e vir, wirtir Cudî ye
şivano, derbê cihê xwe diye!
Mihemmedo?
vê da hanê qeraxa Mûnzir e
Dêrsim şahid e ku doz nemir e
xwîna herikî j?bîra kê dire?
Mihemedo bêje vê zivistanê
Mihemmedo?
Mihemedo egîdek bênav e
ijde salî de xortek berzave
bistire, Zozan bike serhawe
qaqebxo divê, lo law me dijmin diye!

Helbest : Arjen Arî
Muzîk : Mehmet Atli
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?