Mehmet Atli - Morî Mircan
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Morî Mircan

Nazik e nazenîn e
Xwînşêrîn xemrevîn e
Xapînok e şemamok e
Bêhnxweş e Zînê

Min dît nedît min jê hez kir
Ro bi ro min jê hez kir
Him himbêz kir him jê hez kir
Serxweş im Zînê

Ez heyrana wê navê
Wê bejnê wê xwezayê
Zirav e, gulav e, bedew e Zînê
Dengê min jê dilerize
Dilê min vêra zîz e
Nazdar e, kubar e, sozdar e Zînê

Zînê Zînê delalê Zînê
Kewa gozelê xezalê Zînê
Ez ji te ra bimrim Zînê
Zînê Zînê şêrînê Zînê
Morî mircanê rengînî
Mizgîn î tu mizgîn î
Ronîya min î

Gotin û Muzîk: Mehmet Atlı
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?