Mehmet Atli - Ya Erê Ya Na
wêneyê hunermendî:ê 106 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Ya Erê Ya Na

Wê fîstana sor dîsa li xwe ke
Xwe bixemilîne, porê xwe şeke
Li siya wê darê, ez benda te me
Dereng nemîne, dereng nemîne
Sebra min tune, dereng nemîne

Kî çi dibêje ne xema min e
Dev jê bernadim, min dil daye te
Mîzgîna min bide, bêje ya te me
Rûyê?m bikenîne, bêje ya te me

Ji min re bêje erê, ji kêfan bifirim
Sîng û berê te, bibe hêlîna min
Ya jî bêje na ez jî bizanim

Ya bêje erê, ya jî bêje na
Ya bêje erê, ya jî bêje na
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?