Mehmûd Soro - Binevşa Narîn
wêneyê hunermendî:ê 44 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmûd Soro - Binevşa Narîn

Lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî,
Dewrêş Begê radibû pê, diçû alîkî Faris Begê,
Faris Begê radibû pê, Derwêş Begê digo,
Faris Begê dilê min dibê, sed carî dilê mi dibê,
Wez ê bidim te sed devê ji pezê, sed kihêlî serê tewlê,
Sed miyê dotinê, sedê firotinê,
Her çar lawê te dizewicînim ji êlê ye,
Bide Binevşa Narîn, stêrka berbanga sibê,
Rewşa xezala, rewşa bêrîvaniya bi tenê,
Ax lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî.
Mi dî Faris Begê radibû pê, diçû alîkî Eynê,
Eynê radibû pê, Faris Begê digo lê lê Eynê,
Dilê min dibê sed carî dilê mi dibê,
Malikmîratê hatiye mala me mêvane ji mêvanê ebrê,
Dide me sed deve ji pezê, sed kihêlî serê tewlê,
Sed miyê dotinê, sedê firotinê
Her çar lawê me dizewicîne ji êlê,
Dibê tu yê bide mi Binevşa Narînê, stêrka berbanga sibê,
Rewşa xezala, rewşa bêrîvaniya bi tenê,
Ax lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî.
Eynê radibû pê, diçû alîkî Binevşê,
Binevşê radibû pê, xurmîn dikete bejnê, mînanî başbazirganê salê,
Digo lê lê dayê, wezê kanî me, kanîkî ji kaniya Diyarbekirê,
Çil û çil kanî der bûne li dorê,
Wezê biçûk im hêna natime zewacê,
Wezê bême zewacê nastînim zêdeyî Cembelî lawê Mîrê Hekariya li dinê,
Gidî bira serê sibê hetanî êvarê cota tejiya berde ji me ra dê ye,
Gidî cotê kewa berde ji qefesê ye,
Li ser sing û berê mi bike seydê nêçîrê, ax,
lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î