Mehmûd Soro - Dinyayê
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmûd Soro - Dinyayê

Dinyayê dinya, dinyayê dinyayê dinya, dinyayê,
Dilê mi ji dila dilekî deman e,
Zemê serê xwe li me bilind kiriye, berê xwe daye asîman e,
Zem bûye ewrekî giran e, bi teyrik û bi tofan e, digere li ser serê feqîra, daniye
li ser temamê tiştan e,
Zem bûye jerî ketiye canê feqîra xwe berdaye hestiyê wan e
Welçeka genim li me biriye heftê û pêncan e,
Li serê me rakiriye xela temamê tiştan e dinyayê,
Umîda feqîra li jêr hatiye birînê li jor mayiye Rebbê alemê,
Mîrê mîra padîşahê keremê, yekî bi tenê Rebê rehman e,
Ax dinyayê dinya dinyayê.
Dinyayê dinya, dinyayê dinyayê dinya, dinyayê,
Dilê mi ji dila dilekî ewhan e,
Sitûyê feqîra şikiya, cilika wan qetiya, dest û lingê wan girêdane,
Îro roja qodeman û zengînan e,
Zem bûye çûçikê ji çûçûka gulanê, digere li hewa,
Daniye li ser garisê feqîran e,
Hesreta feqîra kevçîkî dewê meşkan e,
Gelî feqîra winê kêr û gurçanê xwe hazir kin em ê berê xwe bidin çolan e,
Rakin kerenga bişkê gûrizê, xwe xwedî kin bi pel û pincarê çolan e,
Dinyayê, ax dinyayê, dinya dinyayê,
Umîda me feqîra li jêr hatiye birinê li jor mayiye Rebê alemê,
Mîrê mîra, padîşahê keremê, yekî bi tenê Rebê rehmanê,
Dinya dinyayê, dinya dinyayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î