Mehmûd Soro - Şahîno
wêneyê hunermendî:ê 66 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmûd Soro - Şahîno

Wî Şahîno hoy hoy hoy hoy axe, de hey, ho o o, ho o o,oy oy oy oy,
De hey, hey, hey lo mala bavê mi Şahîno lo.
Wî Şahîno payîza me hatî hêwa sar e,
De mi dî sehera serê sibê bû, ji bayê sînorê erda bû,
Şahînê mi pevçûnê derxist berê xwe da mal ooo,
Wî de bira agirkî têkeve mala Hesenê Elî,
Li Pozê Guhera gulekî lêdane, bejn û bala Şahînê min ê delalî,
Weylali mi korê, xeberek hatî divê ji qefesa singa xwe da birîndar e,
Lê de hey lê, hey lê, hey lê, hey lolo, de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno lo.
Wî Şahîno oy oy oy oy oy oy Çiyakê Bisimbila bişewite wa bi dar e,
Li min ê xeberkî girtî divê Şahînê te birîndar e,
Mi dî can û cenazê Şahînê mi dane serê çardara,
Yawaş yawaş tîne ber bi mal e,
Wî Şahîno de tunê mala diya xwe şewitand, ocaxê mi kor bû lawo, oy oy oy,
Wê la mala giran hiştiye bê xwedî û lo bê sermiyan,
Hê de hey lê, hey lê, hey lê, hey lolo de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno.
Wî Şahîno oy oy oy oy oy oy, xemê dilê dayîka te tune bû, timê xemgîne dayê,
De wezê pê hesiyam dibê Şahînê te birîndar e,
Minê porê serê xwe rûçikand, li çav û rûyê xwe da,
De mi dî Şahînê mi serê xwe danî ser çoka diya xwe ya reben,
Oy wê la bişt û bala xanima dilê xwe mêze kir û hesretî kişand canê xwe da,
Ê de de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, hey lo, mala bavê mi Şahîno.
Wî Şahîno oy oy oy oy oy, zivistana me hatî, berfê lêkir,
Lê mi dî qaz û quling mal û zozana xwe berdane beriya jêrîn,
Wa heywana hêlînê xwene çêkir,
Wî Şahîno de tunê pişta xwe dayî axê kendala,
Bûka çardeşevî bi tevî xeml û xêza bûkanî ve oy,
Wêyla tilî û pêçiyê hinekirî heyla van xanima dilê te teslîmî kê kir lo,
A de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno lo.
Wî Şahîno oy oy oy, îro dîsa diya te yê dilbikul e ax,
De wezê balê xwe didimê li ser dilê diya te,
Bûye sê çar tene gir e, weyla li mi korê,
Bav tune ye, bira tune ye, mamê wî tune ye, pismamê wî tune ye, oy oy oy,
De êl û eşîrê mala bavê mi jî disale,
De keskê tune ye here heyfa Şahînê mi bigire lo,
Ê de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno.
Wî Şahîno oy oy oy oy, derdê dilê dayîka te pir bû, kula danî serê kula,
Weyla mi dî ji xeml û xêza bûkaniyê xira bûye şar û temeziya xwe berda nava mila,
De wez ê dikim bi destê xanima dilê Şahînê xwe bigirim herime ji nava gundê xayîn,
Oy, weyla misilmanî li me nakin stariyê,
Me ji xwe ra xwe bavêjin nava gundê fila, ay ay ax,
Ê de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, heylo mala bavê mi Şahîno.
Şîrove
logo
yaron zaken 16-11-2023 08:25:00
Hello i am looking for lyrics of two songs: naylo xurfani by simar(youtube) Fewaz Hussin.Xanime xorfani 2021 (youtube) thanks for your help . yaron

logo
yaron zaken 16-11-2023 08:25:10
Hello i am looking for lyrics of two songs: naylo xurfani by simar(youtube) Fewaz Hussin.Xanime xorfani 2021 (youtube) thanks for your help . yaron

logo
yaron zaken 16-11-2023 08:25:18
Hello i am looking for lyrics of two songs: naylo xurfani by simar(youtube) Fewaz Hussin.Xanime xorfani 2021 (youtube) thanks for your help . yaron

logo
yaron zaken 16-11-2023 08:25:20
Hello i am looking for lyrics of two songs: naylo xurfani by simar(youtube) Fewaz Hussin.Xanime xorfani 2021 (youtube) thanks for your help . yaron

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î