Melek Rojhat - Sebra Dila
wêneyê hunermendî:ê 111 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Melek Rojhat - Sebra Dila

Li ser kaniyê min dî ye
Li ser kaniyê min dî ye
Gula baxçê avî ye
Aqlê min pê re çû ye
Wer wer sebra dila

Av ji kanîyê anî ye
Ji rê avê daniye
Dara te bi xwe çandiye
Çib'kim dilêm bêjî ye
Wer wer sebra dila

Wer, wer, wer vira
Wer, wer, sebra dila
Çavên reş kaniya kila
Wer, wer, wer vira
Wer, wer, sebra dila
Te nadim bi bav û bira

Dor kaniye bi dar e,
Siyê daye ser zinar e
Diherike ava sar e
Wer wer sebra dila

Her ro sibê û êvara
Kewa te difire li wira
Sebra dila bi çend awira
Wer wer sebra dila

(Dîsgotin)

Kevoka li ser zinara,
Helîna xwe li ser çinara
Dixwîne sibe û êvara
Wer wer sebra dila

Firî ser şaxê dara,
Tirsa min ji wan neyara
Xera dikin cih û wara
Wer, wer, sebra dila

(Dîsgotin)

Kevoka sor kedî me
Li ser sivinga xanî me
Ji ter dil girtî me
Wer wer sebra dila

Lawiko li benda te me,
Kengî tu be ez ya te me
Ez tenê yara te me
Wer wer sebra dila

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?