Melek Rojhat - Şêrên Kurdan
wêneyê hunermendî:ê 55 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Melek Rojhat - Şêrên Kurdan

Peyama xwe ciwan weşand
Alîkarî bo hevdu şand
Pêşmerge û YPGê bûn yek
Sykes–Picot wan helweşand
Li Şingalê serhildan e
Li Kobanî berxwedan e
Şêrên kurdan mil dane hev
Hevgirtina me kurdane

Margarît, Leyla û Zîlanê
Nîgar, Rengîn û Ceylanê
Dilêrî û dengê jinên kurd
Belavkirine li cîhanê

Amed, Hewlêr û Muş û Wan
Mihabad, Qamişlî û Bokan
Keftin meşa azadiyê
Tev wergerîn çerx û zeman

Gotin: Edîb Çelkî
Muzîk: Melek Rojhat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?