Mem Ararat - Evîna Biharê
wêneyê hunermendî:ê 270 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Evîna Biharê

Hîn bihar nehatiye Zozana
Lê dunya li bendî me namîne
Vaye hatime, mêvanê te
Deriyê xwe veke

Nebêje qey sibeh tim zû ye
Nebê qey çav wê tim bibîne
Vaye hatim ber deriyê te
Dilê xwe veke

Ey sitbanûya keçên derya
Ji rêçek dûr têm westiya me
Hatime bibim Memê te
Baskê xwe veke

Hatim te ji xew hişyar bikim
Ji her du çavên te maç bikim
Agirê evînê har bikim
Çavên xwe veke

Helbestû Muzîk : Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?