Mem Ararat - Evîna Mem
wêneyê hunermendî:ê 238 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Evîna Mem

Tu yî tava biharê
Kulîlka li gulyê darê
Buye evîn ji Mem re
Ji Mem re bûye yarê

Porê te bayê behra
Biharê tîne ji min ra
Ger tu jî nebe ya min
Ji çi re ye ev dunya?

Tav ji bexçê havîna
Kulîlk e xemla dara
Tu jî ji min re wateye
Wateya her dû dunya

Porê te bayê behra
Biharê tîne ji min ra
Ger tu jî nebe ya min
Ji çi reye ev dunya?

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?