Mem Ararat - Holîk
wêneyê hunermendî:ê 715 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Holîk

Di berderê me ro,di ber derê we ro
Holîkek çêke ji min û xwe ro
Ne carekê her ro were
Her ro were bi şev û bi ro
Min xwestiye biçûka malê
Bila ev govend bigere îro
Di ber derê me ro,di ber derê we ro
Gul û sosin şîn bûne îro

Dawete li binya mala,sekinîm li hêviya yarê
Xêliya bûkê kes û sor e,qaşa zêr li ser kemberê
Fîstanê wê bi gulazere,qaşa zêr li ser kemberê
Heyrana biçûka malê,
Çav hingiv ken delalê
Heyrana bejn û balê
Xezalê,delalê,hevalê,şêrîn yarê

Di ber derê me ro,di ber derê we ro
Holîkek çêke ji min û xwe ro
Ne carekê kere û were
Here û were bi şev û bi ro

Di ber derê me ro, di ber derê we ro
Min Holîkek çêkir ji xwe û re ro
Destê min bigire em bikenin
Ne carekê,her dem û her ro
Di berê me ro di ber derê we ro
Evînek geş bû li vî warî Îro

Gotin: Mem Ararat
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?