Mem Ararat - Li Ser Çavan
wêneyê hunermendî:ê 84 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Li Ser Çavan

Diniqute katjimêrek
Dadinisile li kefa destan
Tingîniya bendemayînê
Ditevizîne dengê newalan

Meteloka perperîkê
Serpêhatîyek ji hazirîyan
Ji kerbê rêyan ji kerbê salan
Ka were zerî li ser her du çavan

Dengê qulingekê tê
Ji banên Mêrdînê
Bêhna berfê tîne ji zozanan
Xwedê zane te jî dil heye
Bibe tava li hembêza min
Ka were zerî li ser her du çavan

Diniqute katjimêrek
Aş nabe dilê evîndar
Hiş bûye lê aş nebûye dil
Dike şivantîya hêvîyan

Êvareke înê
Di destê min de qevdek nêrgiz
Min xwe daye devê rê
Bi hesreta wan çavan

De tu werî dîtina min
Dest werde li birîna min
Ji bo xatirê yek miletî û çar zimanan

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?