Mem Ararat - Lorîka Cemîla
wêneyê hunermendî:ê 352 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Lorîka Cemîla

Ezê çibikim, ne ‘ewrek im ku bibim baran û vê agirê lê vemirînim,
Na na wele ezê ne bayekî gur im û vê reş dûkelê lê biqurtînim.

Dibêjin alaya xinzîr hatin, ber deriye mala bavê min ji bo dojehê xwînê dirêjînin,
Lê lê vê sibehê wezê lorîka berxa xwe yê Cemîlayê lê bilorînim,
Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binîde lê hilweşînim, lê hilweşînim…

Lê lê berxê ev çi havîn e, bayê berfê lê tûr dixîne,
Wa malîno emê biçin qûntara çiyayê Cûdî, wa gav bi gav hêlîn hilînin,
Ne bes be emê gazî kin temama Kurdistanê li warê xwe lê bicivînin,
Ezê ji bo birîna Cemilka xwe parçeyêk cemed lê wezê bînim.
ay de lê lê…

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?