Mem Ararat - Payîz
wêneyê hunermendî:ê 139 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Payîz

Bilind bûye bayê ar, dem çûye ava
Li peravê mirinê demsal payîz ma

Payîz ma dehlên temen, dar gul û gîha
Boriye demên spî, êdî reş tarî ma

Ma ma xemên payîz ma
Ma ma xemên payîz ma

Gotin ji hesretê ye afiriye dinya
Evînên herî pîroz li payîzê ma

Payîz ma hemû leheng, hêvî sêwî ma
Ji hesin awirên ba, xem tim payîz ma

Ma ma xemên payîz ma
Ma ma xemên payîz ma

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?