Mem Ararat - Xaçirek
wêneyê hunermendî:ê 814 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Xaçirek

Evîn xaçirêkek tenge li Botan
Keziyeke, difire li vî wara
Dile min bû kevokeke li Gabarê
Xwezî zimanê rê heba û bigota
Kî û kê pişta xwe sipart van zinara
Ev evîn wê min jî bibe goristanê

Konê penaberiyê li pişta min û te heval
Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal
Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can
Dayîk êdî çiya ye , çiyayê bi dar.

Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê
Tasek ava sipî vexwar ji dil û can
Xwedê zane ev ewr ew ê bi ser me de bigirî
Xwezî basikê min heba û biçûma
Min deste xwe dirêj kira heta tavê
Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê.

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?