Mem Ararat - Xatir Xwestin
wêneyê hunermendî:ê 182 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Xatir Xwestin

Sî girtiye qiraxa
Wextê dil û xatira
Min got min bi rê bike lê
Ne got erê, ne got na
Wa yarê ha yarê...

Derengiyê rojê bû
Agir bi dil ket hil bû dû
Da rê û ji ba min çû
Wa yarê ha yarê, wa yarê mal wêranê

Min got ez çiyayî me
Evîn pîroze li ba me
Kincekî ji agir e lê, dişewtîne dişewtîne
Wa yarê ha yarê...

Min wê rojê xewnek dît
Zînek û evînek dît
Birîne ew sed birîn lê
Wa yarê ha yarê ,wa yarê mal wêranê

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?