Mem Ararat - Zana û Andok
wêneyê hunermendî:ê 244 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Zana û Andok

Şev e, stêrk li asîman
Dilerize bayê pişt çiyayan
Nêzîk maye ji berbangê
Reş dinêre kolan
Sar e ev bajar

Zana, rêhevalê Andok
Neviyê Şêx Seîd
Bazê zinaran
Haho deng ji we nayê
De rabin heval
Neyar li pey we ye

Şax da tariyên kevnare
Êşên elem girtî pir xedar e
Gotin Zana brîndar e
Li ser milê Andok, ji kûr ve dinale

Andok, rêhevalê Zana
Berxê dayika min
Dengê çiyayan
Haho bila Mem bimre
Gazî dereng hat
Dest ma bê çare
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?