Mem Ararat - Zozan
wêneyê hunermendî:ê 165 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Zozan

Min navê te xêz kir li asîman
Gazî dikim Zozan
Kesk bûye çavê wekî deryaya
Zozan Zozan
Geşkir ew hêviyê ji dilê sar
Li ber baxê min Zozan Zozan
Kesk dibe çavên wekî deryayan
Zozan Zozan.

Awirên te deştek e mişt ba
Ji birînên min re çengek av
Ken dibe çavên wekî xezala
Zozan Zozan
Zozan tuyî kulîlka Sîpan
De ka vebe ez heyran
Li ber bîna min
Zozan Zozan
Ken dibe çavên wekî xezala
Zozan Zozan...

Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?