Memê Xido - Derwêşê Evdî
wêneyê hunermendî:ê 39 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memê Xido - Derwêşê Evdî

Delal way delal, way delal way delal,
Were Derwêşo, mala bavê mi bi mêvanî,
Wezê tera serjêkim mînga sore ser beranî,
wezê tera daynim kulavê sorê Xuristanî,
Serjêkim berxa sora serberanî,
Wekî dê û bavê mi go Edlê lawo kanê berxa sora serberanî,
Ez ê bêjim şilî bû, şayî bû, berf û bager bû, sir bû serma bû,
Kurê xelqê bû dilê wan neşewitî, çolê nanî,
Wez nemînîm, wez nemînîm, wez nemînim delalo.
Delal way delal, delal way delal,
De yavê bavê mi derketine,
Were bavê mi kembûne kêm ketinê,
Heft birê mine bi hev girtinê,
Kalebavê minê ber mirinê,
Pîredayîka mine ber şûştinê,
Gava wezê çev Derwêşê Evdî dikeve, min tirê hemû saxin rû hevata dinênêne,
Way nemînîm, way nemînîm, way nemînim, way nemînim delalo.
Delal way delal, delal way delal,
Wezê nêrim çûme waliyê malê, lê malê tijî,
Çûme waliyê dîwanê, dîwana tijî,
Sîneqavê ser guzedarê, gezo dikelijî,
Kekê Edlê kire gazî go Edûlê lawo,
Yekê bixwe yekê bide delalê dilê xwe jî lo lo.
Nizanim sava bira pismama bû, tirsa kekê Edûlê bû destê wê lerizî,
Çirka qawê ser çûxê besrayî de rijî,
Wez nemînim, wez nemînim, wez nemînim, delalo.
Delal minê çûxê Derwêşê Evdî hilda,
Wezê çûme ber Çemê Payê,
Çemê Payê li mi çikiyaye,
Heft qalib sabûnê destê mi da heliya,
Minê rojek roja germa havînê avête berê,
Dîsa tilka qawê lê xalî kiribû,
Wez nemînim, wez nemînim bira lo Derwêşo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î