Memoyê Hemîd - Gede Lawikê Min
wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Hemîd - Gede Lawikê Min

Gede lawiko qurban çavêm rênga te qerimî,
De divê xewê şeva mi herimî,
Îsal heft sal e gede lawikê mi çûye xerîbayê,
Wezê nizanim çi hate serê wî lo çi qewimî oy.
Gede lawiko qurban diçî welatê xerîbayê ho, mi bîr neke,
De divê navêm gustîleke qaşhêşîn ke, hay lo, tiliya xwe ke,
Ez ê heçî gava dikevime bîra te da,
De divê derxe ser da dişinmîş be lo mitale ke.
Lawiko hêwayo ho ha bi hêwa yo,
Wezê heyrana bejna gede lawikê xwe mî zirav lo dev û lêva,
Gede lawiko qurban şevekê nîvê şevê,
De divê were bibe mêvanê mi kesûkê, wey lo, baxçengê sêva,
Were yeman, eman lo gede lawiko lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î