wêneyê hunermendî:ê 25 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Îsrafîl & Koma Sazbendîyê - Yar Fatimê

Yar Fatimê lo yar Fatimê,
Bav ecemê lo dê zalimê.
Şerê şûra lo ez naçimê,
Dewê giran lo xwe nadimê.
Ne qeme ye lo bibezimê,
Ne qirme ye lo teq berdimê.
Yar Fatimê lo yar Fatimê,
Mala danî lo geliyê kûr da.
Bêrîvan hatin lo elbe tûr da,
Ez radimûsim lo keçikê nûr da.
Mala danî lo geliyê teng da,
Şêniyê danî lo geliyê teng da.
Bêrîvan hatin lo elbê çeng da,
Ez radimûsim lo keçikê reng da.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?