Memoyê Silo - Gelîyê Kalo
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Silo - Gelîyê Kalo

Oy oy oy Geliyê Kalo lo lo mij dûman e,
Geliyê Kalo lo lo mij dûman e,
Kekê mi siyarê kumeyteke dozdebar e,
De wexta kekê mi lo dikeve kafekafê bi giran da,
Lêdixe mêran û egîda tevan dikuje,
A de divê hezar mûsa serê lo bi her duyan e.
Geliyê Kalo lo daresot e,
Ax de divê kekê mi lo siyarê kumeyteke lo kewêroj e ax,
De wexta kekê mi lo dikeve kafekafê bi giran da lêdixe,
Mêran û egîda tevan da dikuje,
Rîşiyê şarê xwar dike ser qolanê lo bi qapût e ax.
Geliyê Kalo lo daresêv e,
Geliyê Kalo lo daresêv e,
Kekê mi siyarê kumeyteke bînalês e,
De wexta kekê mi dikeve kafekafê bi giran da lêdixe,
Mêran û egîda bar dike tevdê dikuje,
Rîşiyê şarê xwar dike ser qolanê ax dadilqîne ax.
Geliyê Kalo lo dareberî ax,
Gidîno îşev êvar da gulekê berî bedena kekê mi dane,
Şade şûdê Mala Welo lo gelek hene,
De tu rabe binêre wî îşev êvar da cotê zeriya rûniştine,
De birîna kekê me ay ay tê bigerî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?