Memoyê Silo - Were Lo Lo
wêneyê hunermendî:ê 16 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Silo - Were Lo Lo

Hî be were lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo,
Heyla Bişaro lo lo dilê dayîka te xema rû bi wara lo bi xemala,
Kulê tê têkevî mala qaymeqamê, malmidûra mislêvê digerandêber dara songî
emsaqilicî bavo axe,
Ax mexelê cara pêda pêda oy oy oy axe.
Hî be were lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo,
Heyla Bişaro lo lo de tu lêxe, hey lo lo de tu lêxe,
Eynî qesra bavê Şemo destê kumsorê romê va bernede,
Serî lêxe lo serî lêxe oy oy ax.
Hî be were lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo,
Heyla Bişaro lo lo eynî qesra bavê Şemo devî avê,
Bişar bavî Çeto deste şûre kişandiye ketiye navê, ketiye navê, oy oy oy ax,
Cemîl kire gazî go Şewqî tu bavê mi kirîbî,
Tinay Emoyê Gozê nexe, Emoyê Gozê ne mêrî li daran e, oy oy oy ax,
Wê qeleçiya xwe çêkiriye, berî qeleçiya Bişo bavê Çeto lêdixe,
Mêran û egîda tevan da dikuje,
Gidîno divê çima rojê oxirmê giran cinyazê xweşmêra dide tavê, oy dide tavê.
Oy oy oy ax were lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo,
Hey lo Bişaro lo lo indî qesra bavî Şema serê sûka,
Bişar bavê Çeto tavîkî girêdaye dêvgudika, dêvgudika oy oy oyax,
Cemîl kire gazî goŞewqî tu bavê mi kiribî,
Tinay Emoyê Gozê nexe, Emoyê Gozê ne mêrî di taran e, oy oy oy ax,
Wê qeleçiya xwe çêkiriye berî qeleçiya Bişar bavê Çeto lê dixe,
Mêran û egîda tevan da dikuje,
Gidîno roja oxirmê giran xirab dike xemlê zava xêliyê li wê bûkan.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?