Meryem Ibrahim Pur - Sazî Nasaz
wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Meryem Ibrahim Pur - Sazî Nasaz

Bulbulî balşikawî wextî gullim
Her şepollan deda dillî le kullim

Muxî bê agirî şewî yeldam
Çawerrêy çarenûsî napeydam

Kewî bê dengî new beharanim
Gullî bê rengî çaw le baranim

Kuncî cê jiwanî çol û xamoşim
Sêberî nazenînî reşpoşim

Kêlî gorrî şehîdî gumnawim
Take darî tarîkî bê awim

Defterî şî’rî şa’îrî rûtim
Şemî ser gorr û darî tabûtim

Kunî gîrawî kone şimşallim
Xewnî aloz û xatîrey tallim

Çille rêhanî dûre dêrawim
Sazî nasazî hellpesêrawim

Tike awingî ser gellay zerdim
Xeste û derdedarî çî derdim

Axirîn tîşkî xorî payîzim
Şa’îrî pîrî turre û zîzim

Çon detwanim be to billêm min çîm?
Xom gumanim heye ke hem ya nîm

Hêmin mukriyanî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?