Merzîye Ferîqî - Hîwa Megrî
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Merzîye Ferîqî - Hîwa Megrî

Hîwa megrî, heniskî nîweşew bes hellde, bes bigirî
Le çawî bê qerarim boçî dermanî wenewz ebirrî?

Kurrî xom, korpellem, mîwanî dinyay taze xullqawim
Eda giryet, be zebrî çiz, le rohî pirr gilarawim

Çî ye em giriye bê xaye, kirrûzey nîweşew xurpên?
Çî ye em qetire wirdaney le çawit bê meal errjên?

Legel ew xunçe sawayey le ser xellfî behar errwê
Çî ye ferqit? le ber çî ew hetakû sîs ebê enwê

Çî ye korpem? çi sirrêke weha mehkûmî giryanî?
Ke to hêşta le xem nagey, le manay giriye nazanî

Eger wek dayk hesret dîdeket, rencit biçêjaye
Zeman gerdî emeltî gişt, be dem bawe bipêjaye

Heqt bû ’erş bilerzênî, be nalley rohî pirr êşit
Le estêrey sema bipjênî firmêskî dillê rêşit

Be xorrayî metirse, xem mexo, megrî, le êstawe
Be çî diyare ke çî lew textî nawçawane nûsrawe?

Honrawe: ebdulla goran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?