Merzîye Ferîqî - Şeş Pepûle
wêneyê hunermendî:ê 135 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Merzîye Ferîqî - Şeş Pepûle

Şeş pepulekey goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Her bo êwe lêw bebarî xemim
Bulbulî beste û girye û matem
Her wek payz reng zerdî êwem
Daxî derun pirr le derdî êwem
Xemî êweye xew û xorakim
Şewî tarîke rojî rûnakim
Berd esutênê germî henasem
Be sozî dill û agirî tasem
Hawar û nalley mat û bêdengim
Xurpe û lêdanî dillekey tengim
Şeş pepulekey goşey baxekem

Şeş pepulekey goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Lew rojey dûrim le êwe
Her xom ezanim dill çend peşêwe
Her xom ezanim kam bilêsey xem
Le dar û newa berbote cestem
Her xom ezanim derdî dillî xom
Tuxwa ba her xom bo xom xem bixom
Her xom ezanim çend besersamî
Girtûme millî xirey bê aramî
Dest le naw destî dilley rencerrom
Be rê dirrkawî meyneta errom
Şeş pepulekey goşey baxekem

Şeş pepulekey goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Deste be deste baxewanekan
Egerrênewe berew baxekan
Mijde bê mijde dêmewe latan
Ekem bijarî baxçey hîwatan
Şad ebînewe emro yan sibey
Awat xozge xew ebê be oxey
Ejîn jiyanê hemûy oxey bê
Herçî pê billêy xefet ew neybê
Pepulekanim, pepuley azîz
Wa beser eçê matemî payz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?