Merzîye Ferîqî - Şeş Pepûlekêy Goşey Baxekem
wêneyê hunermendî:ê 64 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Merzîye Ferîqî - Şeş Pepûlekêy Goşey Baxekem

Şeş pepûlekêy baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Her bo êwe lêw be barî xemim
Bûlbûllî besta û girya û mateme

Her wekû payîz reng zerdî êwem
Daxî derûn pirr le derdî êwem
Xemî êweye xew û xorakem
Şewî tarîka rojî ronakim

Berd ezûtêne germî henasem
Be sozî dill û agirî tasem
Hawar û nallêy mat û bêdengim
Xurpe û lêdani dillekêy tengim

Şeş pepûlekêy goşey baxekem

Şeş pepûlekêy goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Lew rojewe min dûrim le êwe
Her xom ezanim dill çend peşêwe

Her xom ezanim qemblêsey xem
Le dar û newe ber bûte cesem
Her xom ezanim derdî dillî xom
Tuxwa ba her xom bo xom xem bixom

Her xom ezanim çend be ser samî
Girtume millî rê bê aramî
Dest le naw destî dillêy rencerom
Be rê kirkawî mêyneta erom

Şeş pepûlekêy goşey baxekem

Şeş pepûlekêy qoşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Deste be deste baxawanekem
Egerênewe berow baxeke

Mûjde bê mûjde bêmewe latan
Ekem pijarî baxçey hîwatan
Şad ebînewe emro yan sibêy
Awat xozge xaw ebin be oxêy

Ejîn jîyane hemû oxêy bê
Herçî pêy billêy xefet ew nêybê
Pepûlekanim pepûley azîz
Wa be ser eçê matemî payîz

Şeş pepûlekêy goşey baxekem

Şeş pepûlekêy goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Her bo êwe lêw be barî xemim
Bûlbûllî besta û girta û mateme

Her wekû payîz reng zerdî êwem
Daxî derûn pirr le derdî êwem
Xemi êweye xew û ronakim
Şewî tarîke rojî ronakim

Berd ezûtêne germî henasem
Be sozî dill û agirî tasem
Hawar û nallêy mat û bêdengim
Xurpe û lêdanî dillekêy tengim

Şeş pepûlekêy goşey baxekem
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?