Meyremxan - Dotmam
wêneyê hunermendî:ê 54 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Meyremxan - Dotmam

Wele dotmam, wele dotmam....
Ax wele dotmam, wele dotmam
Dibê kulîlka li hemî zoma
Lê lê dotmam, dibê heçî derdê evînîkê dîtî
Ay ji min û dotmama min
Nekê çi gazin û çi loma
Ay de domamê, domamê
Ay zerî kubarê wez bi xulamê
Wele domam, ava şetê me şerbete, ...
Pêla navîn li hev dikete
Lê lê dotmam dibê
Evînîka xelkê alemê adet bû
Lê lê ya min û dotmama min ê
Li Cizîra Bota bûye çi qibhete
Ay de domamê, domamê, domamê
Ay zerî kubarê, wez bi xulamê
Wele domam, ava şetê me heşîne...
Pêla li navîn har û dîne
Lê lê wezê werim domama xwe
Ji mamê xwe bixwazim
Lê lê bi Xwedê weke mamê min
dotmama min nedê min
Ez ê çeplê dotmama xwe bigirim birevînim
Ser çinê xalikê re biqulpînim
Ay de domamê, domamê, domamê
Zerî kubarê, ez bi xulamê
Wele domam, wele domam
Navê dotmama min Gulsun e, ...
Tavê heyvê derketî avêtî Cizîra Bota ser û bin e
Wezê werim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Lê bi Xwedê heke mamê min
domama min nedê min
ez ê bêjim: Xwedê mamo, tu qatilê serê min î
Ay de dotmamê, dotmamê, domamê, ax,
ay de domamê, domamê, domamê,
ay zerî kubarê, ez bi xulamê
Wila domam, wez dizanim navê domama min ê çiye
Bejina domama min zirave mîna şerabekî çiyayê Şingalê Wêzidîye, wezê werim domama xwe ji mamê xwe bixwazim
Lê lê bi Xwedê heke mamê min domama min nedê min, wezê çepilê domama xwe bigirim bavêjim ser hûdudê Ingilîzÿe,
ay de domamê, domamê, ay de domamê, domamê, ay zerî kubarê wez bi xulamê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î