Mezherî Xaliqî - Bîrit Dekem
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mezherî Xaliqî - Bîrit Dekem

Le her layek yan le kwê bim
Le henderan yaku dîl bim
Twê twêy dilim pir ewîne
Bîrit le dil zor be tîne

Deçme hewraz lay hewran
Hawar ekem lay peryan

Ay ke bîrî, ay ke bîrî, dad ke bîrî tu dekem
Ciyane bîrit ekem, hawar bîr dekem, ciyane bîr dekem

Xoşewîstî min legel to
Berhemî jiyan û xebate
Wek beharî kurdewarî
Pir gul û lafawî sexte

Carê be kul car be dil
Yad û bîrî tom mebeste

Ay ke bîrî, dad ke bîrî, ay ke bîrî tu dekem
Ciyane bîrit ekem, qurban bîrt dekem, yare bîrt dekem

Hîway serbestî û ewînim
Merhemî zam û birînim
Emin kurdim rahatûm
Demê le şax gah le şar bêm

Debê bizanî azîz
Debê ew roje le lat bim

Ay bo ewrojey, bo ewrojey bo ewroje, le lat bim
Ciyane le lat bim, yare le lat bim, yare le lat bim

Asoy giştî kurd rûnake
Ba em beşe ne beşî tir
Were dil pir le hîwa keyn
Ba emro na rojêki tir

Xoşewîstî man pîroze
Were şad bîn zû le yektir

Ay were yar, dad were yar, ay were le yek şad bîn zû
le gelyek şad bîn, legel yek şad bîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?