Miço Kendeş - Şeva Hîcran
wêneyê hunermendî:ê 374 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miço Kendeş - Şeva Hîcran

Di tarîka şeva hicran,
Çiraxek sîfet im ya Reb
Ji ser heta piyan ar e,
Bi carek vêketim ya Reb

Nema min sebr û aramek,
Ji ber jana evîna dil
Evîn behr e belê tenha,
Di ber pêlan ketim ya Reb

Ji dilber dûr ketim lewra,
Bela ser daye can û dil
Temaşa nakî ey zalim kî,
Ez bêtaqet im ya Reb

Meger pirsê li min nakî,
Belê tim tê xiyala min
Şev û rojan bi firan im,
Ji vir wez dûr ketim ya Reb

Nema min sebr û aramek,
Ji ber jana evîna dil
Evîn behr e belê tenha,
Di ber pêlan ketim ya Reb

Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?