Mihemed Şêxo - Deh û Yekê Azar
wêneyê hunermendî:ê 293 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Deh û Yekê Azar

Deh û yek azar cejna azadî
Bîst û yekê wê newroz û şadî
Bi xêr bê buhar newroz û adar
Xweş dibî bi wan dilê evîndar

Agirê newroz li girê yare
Hilbû bi şadî mangê adare
Mêzeke îro'li guhê laleş
Rûdêmê keça mîna gula geş

Pêşmergê nebez dara azadî
Avdan bi xwînê bi şad û merdî
Silav her li wan li deşt û çiyan
Xwîna xwe rihtin le boyî jiyan

Qîz û xortên kurd çeleng û çakin
Bi awaz û deng wa tim di bakin
Zengilê jînê newroz vaye hat
Rojek nû hilat pê xweşbû welat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?