Mihemed Şêxo - Destê Min Bigre
wêneyê hunermendî:ê 813 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Destê Min Bigre

Destê min bigre pir xweşe cîhan
da em derkevin serê van çiyan
gulê ser şaxan tev de va vebûn
ez û tu hîna mane perîşan

destê min bigre tucar bermeda
da em derbaskin bajar û gunda
dostê me pirin livê jîna xweş
lê wek me îro tev mane winda

dema li me hat pêla bayê sar
ji ber wî bayî me bar kir ji war
cîha'n bu tarî co tev miçqîn
şikestin ev gul hêvya evîndar

lê îro buhar mizgîn va anî
ji binê çiya derbûne kanî
ewrê li esman ji hev belabû
Mem û Zîn rabûn ji gora Xanî

Helbest: Ferhadê Îçmo
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?