Mihemed Şêxo - Dil Kuştiyê
wêneyê hunermendî:ê 335 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Dil Kuştiyê

Dil kuştiyê awirên çavên te
Dil girtiyê reşmûyên çavên wê
Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn

Li hember min rabe ser xwe weke roj
Ji ber singê cana min bişkoj
Navzirav rû gulav ser dilav

Yarê ez kuştim li min nabê êvar
Derman çi ye kes nizane bes yar
Renge rû tarî mû rinde rû

Min dil daye buhayê du sêva
Min can daye buhayê du lêva
Dev li ken, lêv û çen, xweş beden

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?