wêneyê hunermendî:ê 1359 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Eman

Eman eman eman
Ez bûm warê xeman
Ketim ber mirinê
Tewr nagere ziman

Bê ziman û zarim
Dil bi êş û jarim .
Ji lêdanê evînê
Deng kim ez nikarim

Zindan kûr û tarî
Birçîbûn û jarî
Nan bê xwê av bi xwê
Kuştin û neyarî

Ev cejnê nîrozê
Evînê kir wek dojê
Gelî Kurda rabin
Hûn tev bikin dozê

Amedê bindestan
Paytextê Kurdistan
Ji xortê Kurd zanre
Evîn kir goristan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?