Mihemed Şêxo - Feryad
wêneyê hunermendî:ê 236 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Feryad

Feryad û sed ax û eman
Ez ketime ber êş û bela
Heyfa evî umrê ciwan
Min daye ber derd û kula
Derdan ii dil min dane şax
Nîsan li min bûn wek Tebax
Mêrga dil û can çelmisî
Hişk bûne hewdê sorgula
Hişkbûn li dil mêrg û çîman
Teyr û tilûr qet tê neman
Îro ji wî baxî bilî
Awaz û dengê bilbila
Şalûl û ilbil mirxê baz
Qumrî quling, şahîn û qaz
Tev jê firîn derketne der
Ma warê bûm û qertela
Tîrêj bese qîr U6 hewar
Emrê çûyî lê nabe çar
Kêf û xweşî îro li dil
Bûne wekî salêd xela
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?