Mihemed Şêxo - Kedera Min Çendî Ciwane
wêneyê hunermendî:ê 267 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Kedera Min Çendî Ciwane

Kedera min çendî ciwane rengê gulê
Sor û renge, kesk û şîne xemla mi lê
Mi gazî kir xweş limin nerî got min belê
Li min kerkir cerg û mêlak tev û dilî
Peymanek da li min hejand bisk û gulî
Burhên kevan tîrên çavan berdan dilî
Berê min da serê çiya binya gelî
Li wan ber ava, co û ava gelyê elî
Seyrangeha xortê ciwan nû ewilî
Destê me lev em lê geran ji nîva dilî
Keç û kurên kurdin ciwan reng xemilî
Hin ji Tirka hin ji îran Sûrî û gulî
Lekin paşî ji Sûrya gihan nû têkilî
Bihev re kirin kêf û şahî reqsa milî
Dêmahiya xatir xwazî kirin gilî
Keder û kul te revandin ji nav dilî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?