A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Şêxo - Neke Girî
153 Xwendin
1 Ecibandin
Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Neke Girî

neke girî û ne lorîne
rondik ji çava ne barîne
ax û keser tu nekşîne
derd û kula ji dil derîne

ma qey çavêt te kanîne
kul û xema li ber diçîne
çava veke û bi meyzîne
çawa felek me dixapîne

jîna te dûman û xwîne
hêsrê çava tu naşkîne
neyar dil kiriye birîne
tijî derdan ne ji vîne

tenê digrî li vî warî
tev razane tu şiyarî
sed mixabin tu nizanî
jîna welat jimer evîne

yara perwer ne lorîne
cerg û dilê mi ne êşîne
feleka reş te nabîne
tuj bo wê ne lorîne

Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê