Mihemed Şêxo - Rabe Pismam
wêneyê hunermendî:ê 188 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Rabe Pismam

Rabe rabe pismam rabe
Pismamo ji xewê rabe
Rabe xew ji mere nabe
Rabe rabe pismam rabe

Ev dem ne dema xewêye
Ev dema demê cengêye
Ba leşkerê dujmin têye
Şer li ser namûsa teye

Dujmin kete çol û çiya
Girt ji bajar û gundiya
Zindan dagirt ji girtiya
Va agir berda xaniya

Mêrxas gelek hatin kuştin
Zarok. di erdade biriştin
Em dest valane hûn piştin
Namûs li welat ne hiştin
Şîrove
logo
Hozan 01-11-2022 10:16:53
Hêvî dikim hûn peyva (Dujmin) {dijmin}serrast bikin û spas ji were!

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?