Mihemed Şêxo - Serdana Gundê Fila
wêneyê hunermendî:ê 425 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Serdana Gundê Fila

Çûm serdana gundê fila
Carek mi dî li min hila
Bê tirs û pirs çûme sila

Awir vedan gotî bila
Wê delalê sebera û dila
Serxweş kirim hal nehêla

Bû şeq şeqa dest û tila
Mar di reqisîn li ser mila
Wê periya ser çeqila

Bê hiş kirim jimaç û zila
Pêta evîna sor gula
Avê te cergê bilbila

Piştî cenga til û cila
Destê mi çûn nêv paxila
Şebnem li sorgulê şêla
Dest û hinav ketin pêla
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?