Mihemed Şêxo - Welat
wêneyê hunermendî:ê 497 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Welat

Hey welat welat pir şêrîn welat
Taca cîhanê xemla roj hilat
Tev petrol û kanî û darê zêr zewat
Li nav te xabûr Decle û ferat

Di nav te dene bajarên bişan
Yek Waş û kanî, paytexta Mîtan
Yek jî amedî, paytextê Mîdiya
Yek darê Ekmîn ferman û berat

Ji nav te rabûn Keyxanên bilind
Wek Keyxesrewî Restem çend û çend
Wan ferman kirin ta Yonan û Hind
Wan ava kirin pir birc û kelat

Ew dîlawema lawê te kurd bûn
Gelek jêhatî mêrxas û merd bûn
Xwedan serbaz û xurt hêz û cergbûn
Dujmin ji dset wan tev de man sermat

Gelê li dor wan xulamê wan bûn
Ên tazî û pêxwas, hov û nezan bûn
Birc û kelên te bi wan wêran bûn
Li te fermankir ê ku ji dûr hat

Nevyê te ketin bin destê neyar
Îro bûn rêncber birçî û hejar
Gel tev serbest bûn em kurd man bêwar
Wer bê Buhar man dema me nehat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?