Mihemed Şêxo - Zengilê Zêrî
wêneyê hunermendî:ê 178 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Zengilê Zêrî

zengilê zêrî nasik û nazenîn
ter û tolazê yara xwîn şêrîn
bi hatina te gulê gul barîn
xema em xwarin were xwîn şêrîn

bo dilê sotî tu xoş xelatî
tu xweş mêvanî gelek xweş hatî
yarê tu gulî ez belatît kim
çavêt me ron bûn ser çava hatî

wer da biçîne, denga Efrîqa
ji tirsa dijmin zêrêt bi çîka
wer da biçîne Kurdistana min
da qenc bibînî termêd law çoka

yarê buhar hat xemla gulanê
eva buhar hat me zivistanê
yar hizra te me dîtina dostane
yar hizreta me her niştimane

xukujê te me yar Kurdistanê
Sene û Kerkûkê CiAmed û wanê
birêk xistine em dêser kevin
bese koçerî şêrîn canê

bijît yekîtî dermanê kurda
bimrit nakokî dujminêt kurda
bijît serbestî armanca kurda
bimrit zorkarî dujminê kurda
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?