Mihyedînê Deştelanî - Waylî Werê
wêneyê hunermendî:ê 3 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihyedînê Deştelanî - Waylî Werê

Waylî werê waylî werê waylî werêêê
Waylî werê waylî hayêêê
De bila şînik û weşî bikevine malî mezin
Wekî pêjinû ji kêla kevirî nayêêê
Ax waylî werê waylî werê
Ax waylî werê wey hayêêê

Waylî werêêê
Eva siwara rakine li ser piyaaa
Eva egîdan û xweşmêran rakine li ser piyaaa
Weylê mi go xwînê xwe avêtiye daw û delingê qutekê hewraniyaaa
Waylî werê waylî werêêê
Waylê xwedêkî mi go fincanê j' xwêhdana nîşana xala zergerdena va keçika va zeriyaaa
Weylê mi go dermanê nexweş û tawiyaaa
Ax waylî werê waylî werê
Waylî werê wey hayêêê

Waylî werêêê
Va şivana hêrehêreee
Eva şivana hêrehêreee
Kurikû şivan e keçikû li ser bên eeee
Evê kurmalê j' çavikê xwe yê pez kor e,
Awirê çavê xwe yê pez dijmêre
Weylê mi go çavikê vê kurmalê wekî heyv wekî stêr e
Sing û berê bedenê keleşgewra minê wekî mizgeft e wekî kevnedêr eee
Neqeba sing û berê bedenê keleşgewra min da baxçekî gula bî
Kanîkî nêv da ne ser bi pêl eee
Aylê xwedêkî tawî nexweşê sala heftê
Weylê piyana avê ser singê gewra mi vexwê
Ez ê hêvî-kara xwe dighînim Xwedê teala
Hêdî hêdî gav bi gav ber bi xêr eee
Waylî werê wey hayêêê
Ax waylî werê wey hayêêê

Waylî werê waylî werê weylê hayêêê
De bila şînik û weşî bikevine malî mezin
Wekî pêjinû ji kêla kevirî nayêêê
Ax waylî werê wey hayêêê

*Deşîfrasyon: Rênas Xendekî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î