Miradê Kinê - Fatima Salih Axa
wêneyê hunermendî:ê 227 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miradê Kinê - Fatima Salih Axa

Ay de lê lê lê lê
û de rabe kul û mereqa ser dilê min herdu dinyayê de rabê lê lê lê
Ay de lê lê lê lê
û de lê hedana canê min ê
ez ê navê te nas nakim, hinekê dibêjin Perîxan a, hinekê dibêjin Siltan a, hinekê çavê serê wan rijana, ne ew e jê re dibêjin Fatima qîza Salih Axa û sing û berê te gihana, weke sêvê geliya Melatya, pûrteqalê sûka Edana, mandalînê sûka Dortyolê, de weke hêkê pepûka, na weleh du hev hinarên Findikê, payîza paşîn xwe didine enişta tenişta serê şaxan, peyde nabin hemû gêliyan û wextan û çaxan, çawa wextê şefeqa sibêya re, û bike (??) mirov deyne ber serê birîndar û nexweş û tawî û bawî û extiyara.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?