Miradê Kinê - Mala Eliyê Ûnis
wêneyê hunermendî:ê 218 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miradê Kinê - Mala Eliyê Ûnis

Ferman e ferman e ferman e
Fermana serê şêxan û melan e
Darê Îstiqlalê li Diyarbekirê bi cî dane
Emrê vê fermanê li jorê bi destê Xweda ye
Li xwarê li gorî qanûnê tirka ye
Tu li çar terefê dinyayê bigerî şer e
Di Çiyayê Sasonê de
Qetl e qitûl e êxir dewr e
Axirêzeman e
Tim û biharan û payîzan
Fermana li serê me kurdan e

Bavê Mihyedîn bi sê denga
Li birrek peyayê Mala şeref dikir gazî
Li Mistê li Ûnis li şêxo li Derwêş
Ronîka çavê min Evdirehman e

Bavêminbûno
Hûn ê li Hezo û Melefa nexin
Miletê Hezo û Melefa reiya ne
Em ê îro Hezo û Melefan
Ji xwe re bikin xestexane
Xwe li ser Pira Serendê
Xwe li ser pêşiya tabûra Zekî Begê
Xwe bigihînin jê bikin
Serê zabîtan û qûmandaran e
Em ê hê bikin rayîna Mihyedîn û Rindîxan e

Ferman e bavo ferman e
Li çar terefê dinyayê bigerî şer e
Li Çiyayê Sasonê qetl e qitûl e
Axir dewr e êxirê zeman e
Tim û biharan û payîzan
Fermana li serê me kurdan e

Babê Mihyedîn bi sê denga
Li birrek peyayê Mala şeref dikir gazî
Li Mistê li Ûnis li şêxo li Derwêş
Ronîka çavê min dîsa Evdirehman e

Bavêminbûno li nefera nexin
Heçî nefer in emirqûl in
Çavê dê û bavê wan e li riya wan e
Hûn ê çavê xwe bigerînin
Li şewqemezinan li terfîliya
Ayildizî li ser milê wan e
Xweyê miaşê giran e
Çavê wan li aferiman e
Em ê îro hilînin heyfa
Feqîr û meqîrên Omeriyan e

Ferman e bavo ferman e
Îro li darika Hezo û Melefa
Xweş tê girrînî teyaran xirênî cîban e
Di pozê Kopeko de xweş tê şîqînî bimban e
Di şikeftên Karmelîhê de
Xweş tê hermênî topan e
Di singê gelî de xweş tê
Qîjînî çapliyên me kurdan e
Pirkênî kurê bavan e
Xwîn hiltîne leşan e
Tim û biharan û payîzan
Fermana li serê me kurdan e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?