Mirady - Kulîlkê
wêneyê hunermendî:ê 82 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirady - Kulîlkê

Tu xwe nede mirinê
‘‘li ber xwe bide kulîlkê’’*
Bila serma nede dil û ruhê te
Min ê birînên te
Bi hêsirên xwe ve bişûştana
Qey Xwedê zimanê te nizane
Çi bû? Çima diêşî?
Qedera te sînga te de nîvco mayî
Çi bû? Qet nepirse hêvî bike
Ne ‘eyb e
Rabe ser xwe kulîlkê
Çîyayek î tu

Dawîya dawî her tişt dibe kul
Rabe ser xwe, çîyayek î tu
Venemirîne tîna gîyanê xwe
Ji bîr bike xayînan li wan kolanan
Çi bû? Çima diêşî
Qedera te sînga te de nîvco mayî
Çi bû? Qet nepirse hêvî bike
Ne ‘eyb e
Rabe ser xwe kulîlkê
Çîyayek î tu

*Ji helbesta Arjen Arî ya bi navê Hêvî.

Gotin û Muzîk: Mirady
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?