Mirady - Xwelî
wêneyê hunermendî:ê 62 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirady - Xwelî

çivîk êdî li wan deran stranên xwe nabêjin
d’xwelîya xwîna xwe de me dîsa
sîya hechecîkên mirî de
para kûçikan jî nîn im
li kevirên gora xwe digerim dîsa
hêsirên min bidin min
bi hêsirê qayîl im dîsa
birînekê bidin min
bi birînê qayîl im dîsa
dilop dilop barîyam, kirasê dêya xwe
lê dayê tu ji min nexeyîde
bihuşta min çar parçe

çivîk êdî li wan deran stranên xwe nabêjin
d’xwelîya xwîna xwe de me dîsa
di sîya hechecîkên mirî de
para kûçikan jî nîn im
li kevirên gora xwe digerim dîsa

deng ji axa sar nayê...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?